Ti Ciwan Î - Ciwan Haco | Gotinên Stranê



Neçe bêriyê keçê tu ciwan î*

Xortên gundê me hemû şivan in
Zanin tu rind î finda baxan î
Bayê evînê te nû hilanî
Tu rinda gund î her kes bi te zanî
Hê tu nezan î sorgul mefroşe

Dinya buhar e nû gul hatine
Li vê mêrga mezin sorgul ya min e
Xortên gundê me li ser mirine
Hê tu nezan î gulan neçine
Hê tu nezan î sorgul mefroşe

Ji nav bêrîvanan gul hat ji bêriyê
Lawik ji gundê me kete pêşiyê
Da ber sînga xwe gula beriyê
Hê gul zarok bû dil ketibûyê
Lê ez îro çi bikim
Gul noşe noşe

Lyrics: Çelebî Haco
Music: Ciwan Haco

*Peyva "ciwan" tê du wateyan di kurdî de. Yek jê tê wateya "gênc", "ne pîr". Ya duyem tê wateya "bedew, rind, xweşik, delal". Di vir de bi wateya duyem hatiye bikaranîn.


Comments