Delalê - Şivan Perwer | Gotinên Stranê



Li kolanên bajarrê Ewrûpa, li keçeke Kurd rast hatim, bêxwedî digerriya. Bi dilgermî pêrgî min hat, xuya bû li çara serê xwe digerriya...


Min go: Delalê delalê!

Şêrînê, hevalê

Bêxwedî, bêmalê

Li çi digerrî?


Delalê delalê!

Şêrînê, hevalê

Bêxwedî, bêmalê

Li çi digerrî?


Go: Lo lo birao! Em bi ber zilma bayê reş ketin, îro bi welatê dûriyê ve derketin. Hîn weke min bi hezaran hene, bê kar û sermiyan, li welatê xerîbiyê şermeze ketin...


Min go: Delalê delalê

Şêrînê, hevalê

Bêxwedî, bêmalê

Ma ez kanim çi bikim...


Delalê delalê

Şêrînê, hevalê

Bêxwedî, bêmalê

Ez jî nizanim çi bikim...


Delalê delalê

Şêrînê, hevalê

Bêxwedî, bêmalê

Ka bêje ez çi bikim!..


Dîsa go: Lo lo keko! Beleheq negotine, welatê mirovan şêrîntir e. Ger hindikî azadî hebûya, birçîbûna welatê me ji têrbûna welatê xelkê birûmettir e...


Min go: Delalê delalê

Şêrînê, hevalê

Bêxwedî, bêmalê

Belê, tu rast dibêjî!


Delalê delalê

Şêrînê, hevalê

Bêxwedî, bêmalê

Welatê me rûmeta me ye


Delalê delalê

Şêrînê, hevalê

Bêxwedî, bêmalê

Ka em jî welatê xwe şên bikin


Delalê delalê

Şêrînê, hevalê

Bêxwedî, bêmalê

Welat azadî ye


Comments