Nayê de nayê, hevalê, gewrê nayê
Hevalê gewrê nayê, xezala li ber çemayê
Xezala li ber çemayê, kîvroşka li nêv de mayê
Kîvroşka li nêv de mayê, tajî û tûlan berdayê
Pa! Negirt û negihayê
Negirt û negihayê, heta bi dangî malayê
Heta bi dangî malayê, min pê girt û ramûsayê
Pê girt û ramûsayê, sîng û berê te xweş in
De weke rûnê hîzayê
Wek rûnê hîzayê, wek qeymaxê mîhayê
Qeymaxê mîhayê, wek hingivê Şilxayê
Hingivê Şilxayê, dê dinî malê dinyayê
Dinî malê dinyayê, terka çavên te nadim
Tu ji min re bibî belayê
Lê lê, lê lê, lê lê lê de nayê...
Hayê de hayê, pa! Çiqas gerriyam li dinyayê
Çiqas gerriyam li dinyayêm, çûm Hemis û Hemayê
Çûm Hemis û Hemayê, çûme Mûş û Ruhayê
Çûme Mûş û Ruhayê, çûme Sinê û Serayê
Çûme Sinê û Serayê, çûm Kerkûk û Îlamê
Çûm Kerkûk û Îlamê, Dêrsîmê nêv Zazayê
Dêrsimê nêv Zazayê, qada xan û mîrayê
Qada xan û mîrayê, quntêra çiyayê Şingalê
Quntêra çiyayê Şingalê, ez gerriyam li şarên dinyayê
Gerriyam li şarên dinyayê, hey şekira li ber dilayê
Kesek bi rêza te nayê
Lê lê, lê lê, lê lê lê de nayê...
Comments
Post a Comment