Arka Mahalle - Ahmet Kaya | Kürtçe (Kurmancî) Çeviri



Taxa Xwarê

Ez girîm, hêstrên min bûn layî behrê

Min derdê xwe negot, ji kesekî re jî

Wextê gule li min diketin li taxa xwarê
Ez ketim erdê, lê min negot ax jî!

Çi bi serê min hat!
Min ji te re behs nekir
Çend caran li min dan
Min navê te hişkere nekir
Ax!.. Mala te bibe wêran

Ez girîm, hêstrên min bi ser êgir de herikîn
Lê dîsa jî ev şewat venemirî
Min tu xêz kirî li ser vî dilî, bi hawar û nalîn
Lê min kir û nekir rûyê te nebişirî...

Çi bi serê min hat!
Min ji te re behs nekir
Çend caran li min dan
Min navê te hişkere nekir
Ax!.. Mala te bibe wêran




Comments