Megirî Lawo
megirî keça min
megirî tu jî
hêvî yî tu ji me re
her tiştê me tu yî
hêstrên te weke baranê
ser çi ne; ji ber çi?
ev xeyd, ev adizbûn
ev diltengiya te ji ber çi ye...
welatek heye li dûr
li gelekî dûrî me
li wir e bextewarî
û jiyaneke parvekirî
megirî kurê min
megirî tu jî
dahatû tu yî
her tiştê me tu yî
tu dihizirî, kûr difikirî
ji bona çi ye
huşbûna te, hedana te
xemgîniya te ji ber çi ye...
welatek heye li dûr
li gelekî dûrî me
li wir e bextewarî
û jiyaneke parvekirî

Comments
Post a Comment