Ditirsim
"Ti kes bi ciwantiya min nizane
Bêhna zarokan tê ji riha min
Ji devê min tava heyvê dipijiqe
Ji wextê ko min çakêtê xwe bi baranan ve daleqandiye
Helbestên tehlûke dixwînim
Bi dinyayê re pev diçim ez"
Payîza min ji beharê
Rûyê min ji baranê
Kerba min ji çiyê xeyidî ye
Çavê min ji sibehê
Temenê min ji axê
Kerba min ji çiyê xeyidî ye
Ji şevê, sedema min î tarî
Ji şevê, kesera min î penaber
Ditirsim, venegerrê dilê min
Ditirsim delalê, ditirsim...
Wê li min bipirsin
Wê min bibînin
Wê min bibetilînin yar!
Wê min bigirin
Wê min bişewitînin
Wê min bikujin yar!
Tê pirsîn, sedema min î tarî
Tê kuştin, kesera min î penaber
Ditirsim, venegerrê dilê min
Ditirsim delalê, ditirsim...
Comments
Post a Comment