
Tu 'Efû Bikî Jî Ez Nakim
Xwedêo! 'Evdên xwe yî neqenc
Tu 'efû bikî jî, ez 'efû nakim
Hemû wan zaliman
Tu 'efû bikî jî ez 'efû nakim
Tu Xweda yî, 'efû dikî
Tu dibê 'evdê min e, dibexşînî
Lê min çi kişand, tu pê dizanî
Tu 'efû bikî jî ez 'efû nakim
Hemû wan zaliman
Tu 'efû bikî jî ez 'efû nakim
Ewên ko digiriyênin û dikenin
Yên ko dev ji me diqerin û diçin
Têne hezkirin lê hez nakin
Tu 'efû bikî jî ez 'efû nakim
Ewên ko miradên min di ber min de hiştin
Yên ko ev dinya şewitandin
Yên ko min di tengahiyê de hiştin
Tu 'efû bikî jî ez 'efû nakim
Yên ko min sertewandî hiştin
Tu 'efû bikî jî ez 'efû nakim
Comments
Post a Comment